Nirxê lîraya Tirkîyê îro Pêncşemê nêzî ji % 3 daket.
Li Tirkîyê, îro yek dolara Amerîkî, bi 13.55 lîraya Tirk hate firotin û li gor nirxê do ya 13.28 lîrayê, zêde bû.
Lîra di 2021 'an ya sala borî de li hember dolara Amerîkî ji % 44 nirxê xwe hinda kir.
Pispor dibêjin ev daketina berbiçav dema ku fîkarên ser zêdebûna enflasyonê didomin, pêk hatiye.
Di bingeha fîkaran de polîtîkayên diravî yên ne asay ku zêdekirina derfirotanê û mezinbûnê armanc dikin, heye.
Krîza diravî ya meha borî saya destwerdanên diravî yên giranbuha û bi teşwîqên hikûmetê yên bo kêmkirina daxwaza dolar yan ji mirovan, hate sekinandin.
Bi givaştina Serok Tayyîp Erdogan, Banka Navendî ji Îlonê û vir ve rêjeya faîzê bi kêmkirina 500 xalên bingehîn, daxist ji % 14'an.
Polîtakaya kêmkirina faîzê, di dawîya sala borî de bû sedema krîza diravî û enflasyon di Berfanbara 2021'an de gehişt ji % 36'an, ku ev asta herî bilind ya 19 salan ya desthilatdarîya Erdogan e.
Banka Cîhanî vê hefteyê pêşbîniya geşepêdana Tirkiyê ya di sala 2022'an de ji % 4.5'an daxist ji % 2.
Hevdem, aborîzan jî dibêjin ku enflasyon di nîvê yekê ya îsal de wê heya ji % 50 bilind bibe.