Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîtvanya Dijî Givaştinên Çînê ji Serokên YE Alîkarîyê Dixwaze


Alayên Yekîtîya Ewrupî û Lîtvanya

Lîtvanya ji rêberên Ewrupî dijî givaştinên Çînê daxwaza alîkarîyê dike, piştî ku ser ewlehîya dîplomatên Lîtvanyayî fîkar derketine holê.

Şêwirmenda seroktîya Lîtvanya Asta Skaisgiryte îro Pêncşemê ragihand ku serokê welêt wê bo çareserîya pirsgirêkê ewê ji rêberên Ewrupî alîkarîyê bixwaze.

"Serok dê bi serokên YE re li ser givaştina ku em rûbirû ne biaxîfe. Em bawer dikin ku ev yek dê bibe bingeha nîqaşekî ka YE û bi taybet jî Komîsyona Ewrupa di vê mijarê de, bi çi rengî bikarin alîkarîya Lîtvanya bikin," Skaisgiryte got.

Çîn piştî ku Taywanê li Vilnius ya payexta Lîtvanya di bin navê xwe nûneratîyeke vekir, meha borî asta têkilîyên xwe yên dîplomatîk yên bi Lîtvanya re daxist.

19 dîplomatên Lîtvanya yên li Çînê roja Çarşemê welêt demûdest terikandibûn.

Wezîrê Derve Gabrielius Landsbergis da zanîn ku karbidestên Çînî ji dîplomatên Lîtvanyayê gotine ku nasnameyên wanê dîplomatîk ewê di demek nêz de, bê bandor bin.

Çavkanîyekî dîplomatîk rewş wek bersîveke Çînê ya bo "tirsandinê" bi nav kir.

Wezareta Derve ya Çînê îro got ku fîkarên li ser ewlekarîya dîplomatên Lîtvanya li Çînê, bêbingeh in.

Şewirmend Skaisgiryte bi berdewamî anî ziman ku ew dixwazin ku pirsgirêk bo hevkarên wan yên Ewrupî zelal be û kiryarên aborî bi qasî ku pêkan be berfireh bibin.

XS
SM
MD
LG