Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîtvanya Bang li NATO Dike ku Sîstemên Berevanîyê Xurt Bike


Serokomarê Lîtvanya Gitanas Nauseda bang li NATO kir pirtir sîstemên berevanîyê bide baskê rojhilat yê tifaqê.

Ew gotinên Nauseda li dû êrîşa muşekî ya li Polonya hat.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku do Sêşemê li Polonya muşekeke çêkirina Rûsya ketiye û wê muşekê du kes kuştine.

Nauseda da zanîn ku divê NATO li sînorê Polonya û Ukrayna û li herêmên din yên tifaqê pirtir sîstemên berevanîyê bi cîh bike.

Wî dîyar kir ku ewê Lîtvanya bi her awayî piştgirîyê bide bicîhkirina sîstemên berevanîyê.

Serokomarê Lîtvanya got ew hêvî dike ku di hilcivîna sala pêş de ser bicîhkirina sîstemên berevanîyê pirtir pêşketin çêbe.

XS
SM
MD
LG