Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kabul ya Afganîstanê Tundûtûjî Zêdetir Dibe


Dîmenek ji teqîna li Kabul, 4 Tebax, 2021
Dîmenek ji teqîna li Kabul, 4 Tebax, 2021

Li Kabul ya paytexta Afganîstanê îro Çarşemê nêzî avahîya sazîya sereke ya Ewlekarîya Neteweyî ya Afganistanê teqîneke pêk hat.

Karbidestên polîsan ragihand ku di encama teqîna îro de du sivîl û berpirsekî ewlekarîyê birîndar bûne.

Heya niha ti kes yan rexistin berpirsiya xwe ya ji êrîşê ranegihandîye.

Êvara Sêşemê jî, dijî mala wezîrê berevanîyê yê ser kar Bismîllah Muhammedî êrîşeke bi otomobîleke bombebarkirî û çekan pêkhat bû. Bismîllah Muhammedî ji êrîşê sax filitî.

Wezareta karên navxwe ya Afganistanê da zanîn ku hêzên hikûmetê zêdeyî çar demjimêran bi êrîşkaran re şer kirin û herî kêm 8 sivîl hatin kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Talîbanê berpirsiyariya vê êrîşê girt ser xwe. Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd ragihand ku Talîbanê dema ku civînek girîng li wir didomya, mala wezîr bo armanca êrîşa wan.

Ev tundûtûjîye, nîşanek berbiçav ya têkçûna ewlehyîyê li Afgansitanê, jiber ku hêzên biyanî yên bi pêşengîya Amerîka vekişîna xwe temam dikin û serhildêr heremên berfireh yên Afganistanê dagir dikin.

Talîbanê ji meha Nîsanê vir ve hewldanên xwe yên bo têkbirina hikûmeta Afganî ku Amerîka piştgirîyê dike, zêde kirine jiber ku hêzên biyanî piştî 20 salên şer vekişîna xwe temam dikin.

Pevçûnên di navbera hêzên Afganî û Talîbanê de, bi taybet li derdora bajarê Herat, li nêzîkî sînorê rojava yê bi Îranê re û Laşkar Gah û Kandahar li başûr, dijwar bûne.

peyvdarê artêşa Afganistanê, General Ajmal Omar Shinwarî ji Reutersê dîyar kir ku li herêma Laşkar Gah rewşa awarte hatiye ragihandin û her wiha hêzên hikûmetê hêz û piştgirîya esmanî ya Amerîkî bidest dixin.

Windakirina Laşkar Gah ewê bo hikûmetê bibe darbeyeke mezin, piştî ku di van mehên dawî de gelek herem û gundewar ji hêla Talîbanê ve hatine bi dest xistin, hikûmetê soz da ku navendên stratejîk biparêze.

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Sêşemê ragihand ku li Laşkar Gah di 24 demjimêrên borî de herî kêm 40 sîvîl hatine kuştin.

Welatîyên heremê jî gotin ku çekdarên Talîbanê hin êstgehên radyo û televîzyonên li bajêr xistine bin kontrola xwe û diçûn malan da ku xelk alîkariya hêzên hikûmetê nekin.

XS
SM
MD
LG