Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilşa Yûsif û Luqman Mehmûd bi Helbestên Xwe Dengê Kurdî Pêşkêşî Swêdê Dikin


Helbestvan Dilşa Yûsif û hevjênê xwe helbestvan Luqman Mehmûd, bi hev re jiyanê dijinin û bi hev re jî gotinan diristin.

Luqman Mehmûd bi serborek tijî ked û xebat li ser wêjeyê, ku kulîlkên wê li Amûdê pişkivî bûn û li welatê Swêdê bihna xwe daye, bawer dike ku helbest dikare roleke erînî di jiyana mirovan de bilîze.

Dilşa Yûsif jî di bin bandora xebata Kurdî de, baskê xwe ji Dirbêsiyê ber bi esmana ve vekir û gotin ji xwe re kir palgeha xewnên xwe.

Herdû helbestvan li Swêdê ( welatê ku lê dijîn) beşdarî projak çandî girîng dibin , bi navê (Sörmland brättar) ku di 25 Nîsanê destpêkirye û wê bedwam be ta dawiya payîzê.

Mebesta vê pirojê ku zimanên cêwaz bi hevdû bide nasîn, di rêka helbestê de.

li kêleka Dilşa û Luqman du helbestavanên Swêdî jî hene: Marî Nûrîn û Êrîk Bîrêkfîst.

Wê helbest bi zimanê Swêdî, Kurdî û Erebî bên xwendin li gelek bajar û deverên Siwêdî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:16:27 0:00

XS
SM
MD
LG