Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdistan Rufatên 730 Qurbanîyên Enfalê Hembêz Dike - Wêne


Di rêûresmeka taybet de li devera Çemçemal, Kurdistana Îraqê, rufatên 730 qurbanîyên Enfalê tên binaxkirin.

Kesûkarên Enfalkirîyan û karbidestên mezin yên Herêma Kurdistana Îraqê di wê rêûresmê de amade bûn.

Di gotarekê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku divê em pir hişyar bin da ku careka din komkujî û Enfal bi rengekê din li Kurdistanê dubare nebin. Birêz Barzanî herwiha got ku heta nuha kêşeya Kurd li Îraqê nehatîye çareserkirin.

Li salên 1980’an, bi sedan hezar Kurdên Îraqê ji layê rejîma Seddam Husên ve hatin kuştin û li naverast û başûrê Îraqê hatin binaxkirin.

XS
SM
MD
LG