Serokwezîrê Swêdî Stefan Lofven îro ji kar hat dûrxistin, piştî ku parlamana wî welatî dengê bêbawerî li hember wî bi kar anî
Parlamanterên navendî û rastger û yên rastgerên tund di dengdanê de dijî Lofven deng dan.
Biryara îro piştî hilbijartinên 9ê Îlonê tê ku ti blok nekarîbû piranîya dengan wergire.
Lofven piştî dengdanê ji nûçegîhanan re got ku ger serokê parlamanê ji wî daxwaz bike, ew dixwaze li ser karê xwe bimîne.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Lofven ji sala 2014’an vir ve serokwezîrê Swêdê bû.