Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Silêman Osman: Parastina Kelepora Kurdî bi Şêwaza Dîjîtal Guherîneke Mezin Çêdike


Sulaiman Othman
Sulaiman Othman

Rojnamevan û pisporê medya dicîtalê Silêman Osman li London piroja Kelepora Kurdî ya Dicîtal damezrand û di Tîrmeha 2022a de bi alîkariya Arts Council England ev piroja bo raya giştî ragîhand.

Ev piroje li ser bengeha dicîtalê ava bûye, bê çawa bi asanî kelepora kurdî li ser tora intrentê diyar bibe û têkeve ber destê her kesekî.

Li gorî damezrînerê vê piroje Silêman Osman, wê bi zimanê Ingilîzî û Kurdî bê belav kirin û di paşrojê de wê zimanên din jî lê zêde bibe.

Mebesta vê pirojê ew ku kelepora kurdî ji wendakirinê biparêze û bighîne ber destê her kesekî li cîhanê.

Piroje li ser komkirina stran, huner, cilûberg, û xwarinên kurdî xebatê bike û wan wergerîne şêwazên dicîtalê û erşîf bike.

Silêman Osman, ji kurdên Sûriyê ye, li London dijî.

Derçûyê beşê ragîhandinêye li zanîngeha Dîmeşq li Sûriyê.

Mastera xwe di Medya Dicîtalê û birêvebirna wê de ji zanîngeha Birkbeck -London wergirtiye.

Xebatên rojnamegeriyê li BBC û Al Arabiya kiriye, her wiha jî xebatên wergera belegfiliman jî ji BBC re kiriye.

Sala 2021 xelata UnLtd wegerirt li ser prioja xwe "Penaber û Dicîtal ."

Deng û Reng-Silêman Osman-08-08-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:01 0:00

XS
SM
MD
LG