Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Brîtanî bi Tawana Êrîşa Londonê 2 Kesên Din Girtine


Polîsên Brîtanî li London îro Înê got ku wan bi tawana girêdana wan bi êrîşa li nêzî parlemana Brîtanî li Londonê heye, 2 kesên din girtine.

Fermandarê hêza nehêlana terorê li Londonê, Mark Rowley got ku ev girtin jibo vêkolînan pir girîng in, lê wî di derbarê kesên girtî de ti hûrbînî neda.

Polîsan dîyar kir ku navê êrîşvan Xalid Mesud e û ew hemwelatîyê Brîtanî ye dû re bûye Misilman û navê wî yê rast Adrian Russell Ajao ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di wê êrîşê de 4 kes hatibûn kuştin û DAIŞ xwe dabû ber êrîşê û gotibû ku Mesud ê 52 salî leşkerê wê bû.

Li gor polîsan, Mesud ti car wek terorîst nehatibû tawanbar kirin, lê ew jiber kiryarên tund hatibû binçav kirin.

XS
SM
MD
LG