Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Londonê Bawer Nakin ku Êrîşa Dawî Kiryareke Terorîstî Ye


Polîsên Londonî îro Pêncşemê dibêjin ku wan ti delîl nedîtine ku êrîşa zilamekî Somalî, ku jinek kuştibû, 5 kesên din jî birîndar kiribûn, kiryareke terorîstî bû.

Polîs dibêjin ku êrîşvanê 19 salî îhtîmeleke mezin jiber nexweşîyên derûnî ew êrîş kiribe û heta niha tiştek peyda nebûye ku girêdana wî bi radîkalbûnê û terorê destnîşan bike.

Karbidestên ewlehîyê red dikin ku nasnameya êrîşbirê somalî ji bîragiştî re eşkere bikin,lê didine zanîn ku ew vê gavê li nexweşxanê ye.

Karbidestan ragihand ku jina kuştî Amerîkîyeke 60 salî ye û tevî hewila karmendên saxlemîyê ew nehatiye rizgar kirin.

Karbidestan herwiha da zanîn ku birîndarên din yên êrîşê, îro ji nexweşxanê hatin derxistin.

XS
SM
MD
LG