Kurdên ku li bajarê Los Angeles ya eyaleta California dijîn, jibo piştgirîya girtîyên Kurd yên sîyasî li ber avahîya televîzyona CNN dest bi greva birçîbûnê kirin.
Hevkarê me Robîn Reşvan hevpeyvîneke zindî bi yek ji beştarên vê grevê, Unal Samanci re kir.
Birêz Samanci dibêje, li ku derê cîhanê bin, Kurdên dervayê welêt bi gelê xwe ne û piştgirî didin daxwazên wan. Em dixwazin dengê xwe bigehînin hemî girtîyên Kurd ku daxwaza wan di heman demê daxwaza me ye jî.