Karbidestên ewlekarî yên li bajarê Louisville ya eyaleta Kentucky radigihînin ku di êrîşeke çekdarî ya ser avahîya bankayekê de 5 kes hatine kuştin.
Cîgirê Berpirsê Polîsên Louisville Paul Humphrey got ku di êrîşê de 6 kesên din jî birîndar bûne û ew nika lu nexweşxanê ne.
Humphrey, di preskonferansê de dîyar kir ku êrîşvan jî di nava kuştîyan de ye.
Dîdevanên bûyerê ji televîzyona xwecîhî WHAS-TV re gotiye ku wan li hindurê avahîyê dengê guleyan bihîstiye.
Ajansa AP ragihand ku li cihê bûyerê jimareke maşîneyên polîsan xuya dibûn û hin kes bi ambulansan ji cihê bûyerê dihatin veguhastin.