Lubnaniyên li dervey welat dijîn, bo cara yekê beşdariyê di hilbijartinên Parlamena welatê xwe de dikin, roja Yekşemê bo dengdana welatiyên derve hatiye terxan kirin, piştî 9 salan Lubnanî endamên parlamenê di hilbijêrin.
Yekşemê li 33 welatên Erebî, Ewrupî û Cîhanî, deriyê sindoqên dengdanê bo penaberên Lubanî li welatê lê dijîn hatin vekirin, mîlyon welatiyên Lubanî yên li derve dijîn, mafê dengdanê heye, lê ajansa fermî ya dewleta Lubnanê dibêje, hejmara dengderên dervey welat bo hilbijartinên palamenê yên li derve tomar kirî 82,970 kesin.
Li Austuralya, hejmara herî zêde ya penaberên Lubnanî heye, tê texmîn kirin ku 12,00 kesan mafê dengdanê hebe li welat û parzemîna Austuralya, piştî wê Kanada tê ku hejmara dengderan 11,438 kesin, herwiha li Amerîka jî Lubanîyên mafê dengdanê heyî nêzîkî 10,000 kesan e.
Yekşema bihê li nava Lubnanê dê deriyê sindoqan ête vekirin bo hilbijartina endamên Parlamena wî welatî.