Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Laşê Sê Xûşkên Libnanî li Beravên Sûrî Tên Dîtin


Rojavabûn li Derya Spî ya Naverast li Lubnanê
Rojavabûn li Derya Spî ya Naverast li Lubnanê

Berpirsekî ewlakiyê yê Libnanê roja Yekşemê ragihand ku cenazeyê 3 xûşkan ku li Lubnanê winabûne, avê birine beravên Sûriyê û lêkolîn derbarê xeniqîna wan tê kirin.

Berpirs dibêje, ew xûşk li gundekî bakurê Libnanê ji roja Duşemê windabûne û berpirsên Sûrî roja Înê laşên wan dîtine, herwiha got, laşên wan dibe ku ji bakur avê ew ew gihand bin beravên Sûriyê.

Ajansa fermî ya dewleta Sûrî SANA dibêje, wezareta Derve ya Libnanê peywendiyan li gel desthilata Sûriyê dom dike da ku "Nasnameya wan bihê zanîn".

Roja Şemiyê wezareta Hindrîn ya Sûriyê ragihand bû ku wan laşê "3 keçên ciwan dîtne ku di jiyê 20 û 30 salî dane". Ew li beravekê li bajarê Tartus, yê Sûrî hatine dîtin.

Wezareta Sûrî dide zanîn ku li gor lêgerîna pizîşkê dadweriyê eşkere bûye ku hersê xûsk berî 3 rojan xeniqîne.

Berpirsê Lubnanî dibêje heta niha eşkere nebûye ku çawan jiyan wan di ava deryayê de bidawî hatiye.

Çavkaniyeke ewlekariyê gotiye, niha malbata wan xûşkan tê lêpirsîn kirin da ku sedemên mirina wan bihê zanîn ku dibe pirsa koçkirinê û "xwekuştinê" jî di nava sedamên mirina wan de bin, lê hêjî sedem nezelal in.

Di mehên dawî de jiber bilindbûna asta hejarîya li Libnanê 10an Lubnanî bi rêya belemên bê ewlehî hewildana revînê dikin ji welat ku gelek ji wan di wê geşt û hewildanê de sernakevin.

XS
SM
MD
LG