Li seranserê Lubnanê îro Înêyê dibistan, banke û ofîsên hikûmetê hatin girtin, piştî ku tundîtûjîya kujer ya li Beyrutê bu sedema fîkaran ku li welat jinûve pevçûnên mezhebî, destpê bikin.
Roja Pencşemê, li Beyrutê dijî xwepêşandaneke tevgerên Misilman yên Şîa yên Hîzbullah û Amal bi çekan êrîş hate kirin û di encamê de herî kêm şeş kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
Hîzbullah û Amal xwepêşandan bi armanca ji kar dûrxistina dadwerê sereke yê ku lêpirsîna teqîna mezin ya sala par li bendera Beyrûtê dikir, darxistin.
Di dema xwepêşandanê de, di navbera milîsên bi çekên giran pevçûn derketin, ku çekên otomatîk, narincok hatibûn bikarînîn di kolanên paytext de her wekî rojên tarî yên şerê navxweyî di salên 1975 – 90' an da.
Piştî bûyerê, hikûmeta Lubnanê bo rojeke şîna neteweyî dîyar kir.
Di pevçûnê de , gelek xwepêşander çekdar bûn. Ne diyar bû ka kê guleya yekê avêtiye, lê pevçûn zû bi zû veguheriye gulebaranek giran li enîyek berê ya şerê navxweyî ku herêmên piranî misilman û xirîstiyanên Beyrûtê ji hev vediqetîne.
Bi demjimêran dengê çekan hat û ambulans ji bo rakirina birîndaran hatûçûn. Ji avahiyan çekdaran gule rêşandin. Gule li camên apartmanên li herêmê ketin. Dibistan hatin vala kirin û niştecîh xwe li stargehan veşartin.
Hîzbullah û Amal jiber bûyerê dijminê xwe Partîya Hêzên Lubnanî tawanbar kir, ku di welatê ku di qadê olî de dabeşkirî ye, partîyeke Xiristîyan e.