Yekşemê 6î Gulanê, li sernaserî Lubnanê dengdana ser sindoqan hat destpêkirin piştî 9 salan ji hilbijartinê, di van hilbijartinan de endamên parlamenê û hikumetek nû dê bihên hilbijartin.
Demjimêr 7î sibê ya roja Yekşemê deriyê sindoqan bo dengdanê hatin vekirin û ewê heta demjimêr 7î êvarî li gor dema herêmî berdewam bibe.
Li Lubnanê kursiyên parlamenê di navbera Misliman û Kirstîyanan de û herweha di nava mezhebên herdu olan de bi wekhevî hatine dabeş kirin.
Çavdêr dibêjn, di van hilbijartinan de hêzek nikare bi serê xwe têra avakirina hikumetê dengan bidest bixe, ewê hikumetek hevpeymanî bihê ava kirin, tê texmîn kirin ku îşev encamên destpêk derkevin, lê encamên fermî dibe çend rojan gîro bibin.
Gelê Lubnanê bi meşên konvoyên otombîl û silogan û wêneyên kandîdan li cadan li hember bingehên dengdanê ne, xurtan li dervey bingehên dengdanê wênên kandîd û siyasiyan hilgirtine.
Karmend Abo Samî gote ajansa Reuters, ev çendîn sale em ji kesên li ser kursiyê bûn dilgiranîn, dixwazîn kesên nû serkevin û got"çendîn sale me ew cerbandin, de ka em vê carê hin serûçavên nû bicerbînin".
Dîsan Fatima Kibbî ya 33 salî gote Reute"rewş niha xerabe, ne baştire, me demek dirêj ji dest da ku ev 9 salin me nikarî bû wan siza bidîn".
Di pêkhateya desthilta Lubnanê de her tim weha hatiye peyrew kirin ku, serokê Lubnanê Krîstiyanê Maronî be, serokwezîr Mislimanê Sunî û serokê parlamen Mislimanê Şî`î be.
Lubnan demek dirêje qada nakokiyên di navbera Îran û Erebistana Saûdî de ye, Îran bi hêz piştevaniya Hizbullahê dike ya ku bi rêbertiya Hesen Nesrullah û Erebistana Saûdî jî piştevaniya Saad al-Harîrî serokê tevgera "Siberoj" dike, lê vê dawiyê Saûdî heta radekî dest ji Harîrî berda ye., piştî ku di hilbijatian 2009an de piştgîrîyek bihêz daye wî.
Çavdêr dibêjin Hizbullah û tevgera al- Musteqbel "Siberoj" li pêş in.