Hizbulaha Lubnanê îro Pêncşemê ragihand ku wê jiber êrîşên Îsraîlê bi dronan êrîş birine ser enîyên leşkerên wî welatî.
Artêşa Îsraîlê ji X’ê dîyar kir ku wê piştî hin êrîşên dijî wê li Lubnanê êrîş birine ser hin navendên Hizbulahê.
Medyaya Lubnanê ragihand ku guleyên Îsraîlê li başûrê sînor li çend cihan ketine.
Hizbulaha bi piştgirîya Îranê dîyar kir ku wê jibo êrîşa li enîya leşkerên li Çewliga Şeba ya li sînorê Lubnan û Îsraîlê du dron xebitandine.
Li gor ragihandina Hizbulahê dronên bi gelek bombeyan barkirî êrîşên serketî li dar xistine.
Çewliga Şeba ji şerê sala 1967’an vir ve di destê Îsraîlê de ye, lê Sûrîye û Lubnan îdia dikin ku çewlig ya Lubnanê ye.
Çekdarên Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser Îsraîlê û ji wê çaxê vir ve şerê Hizbulaha Îranê û Îsraîlê jî gur dibe ku herî dawî sala 2006’an girjîyeke wisa çêbûbû.
Çaverî ye Rêberê Hizbulahê Seyîd Hasan Nasralah sibê Înê biaxife ku ewê ji gurbûna girjîyê vir ve axaftina yekê be.
Jêder: Reuters