Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan 19 Kesan Jiber Gulebarana Beyrûtê Desteser Dike


Dîmenek ji pevçûna roja Pencşemê, li Beyrutê

Dewletê Ajansa Nûçeyan ya Neteweyî ya dewleta Lubnanê îro Înêyê ragihand ku 19 kes jiber gulebarana roja Pencşemê ya li Beyrûtê hatine desteser kirin.

Roja Pencşemê, li Beyrutê dijî xwepêşandaneke tevgerên Misilman yên Şîa yên Hîzbullah û Amal bi çekan êrîş hate kirin û di encamê de herî kêm heft kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Hîzbullah û Amal xwepêşandan bi armanca ji kar dûrxistina Tarik Bitar dadwerê sereke yê ku lêpirsîna teqîna mezin ya sala par li bendera Beyrûtê dikir, darxistin.

Di dema xwepêşandanê de, di navbera milîsên bi çekên giran pevçûn derketin, ku çekên otomatîk, narincok hatibûn bikarînîn.

Piştî bûyerê, hikûmeta Lubnanê bo rojeke şîna neteweyî dîyar kiribû.

XS
SM
MD
LG