Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan ji Konferansa Parîsê Ne Gelek Geşbîn E


Munla da zanîn ku konferansa Parîsê bo piştgirîyê Lubnanê daxuyanîyek sîyasî ye

Li gor ragihandina karbidestek Lubnanî, konferansek navnetewî ya roja Çarşemê dê nîşanek amadekirina jibo piştgiriya Lubnan be heke hikûmeteke nû were damezrandin û dest bi reforman bike, lê ne çaverê ye ku alîkariyên nû werin.

Nadim Munla, şêwirmendê payebilind ê serokwezîr Saad Harrî da zanîn ku konferansa Parîsê dê daxuyanîyek sîyasî ya piştgirîyê bo Lubnanê û krîza aborî ya gelek dijwar detsnîşan bike.

"Ewê bizanin ku pirsgirêkekê demkurt heye û heke û hikûmeta nû were damezirandin ku bi bingeh bersivê daxwazên gel bibe, dibe ku civaka navneteweyî amade be ku gavan bavêje û piştgiriyê bide Lubnanê," wî ji Reutersê re got.

"Ewê bo Lubnanê daxuyaniyek piştgiriyê derkevê holê. Hêvî ev e. Ew ne konferanseke sozdayînê ye. "

Lubnan ji şerê navxweyî yê 1975-90 vir ve di krîza darayî ya herî xirab da ye. Krîza diravî bûye sedem ku banka bi mecburî kontrolkirina sermaya xwe bikin û kêmbûna yek ji sê paran ya dirava Lubnanî.

Di heman demê de, Lubnan piştî ku Saad Harirî di 29'ê Cotmehê de, di encama xwepêşandanên girse yên bi sucdarîya desthilatdarîya elît dev ji serokwezirtîyê berda lê bo hikumetek nû lihevkirinek nû pêk nat, di nava tengasî û alozîyîn sîyasîde ye jî.

Fransa dibêje konferans armanc dike ku bo damezrandina bilez ya hikûmetê zextê bike da ku rewşa aborî serast bibe.

Lubnanê di konferansek sala borî de bi şert û mercên bicîhanîna reforman soza zêdetirî 11 mîlyar dolarî girti bû lê reform pêk nehatin.

Krîza aborî bi salan e bi sedema gendelî û xerckirina zêde bûye sedema yek ji barê giran ên deynên giştî yên cîhan.

Alozîyên sîyasî piştî ku danustandinên li ser serokwezîrê nû ne gihîşt encamekî, vegerîya qonaxa destpêkê. An niha Harîrî ji bo posta serokwezîrtîyê wekî berbijerê yekane tê dîtin.

Lê Harîrî dibêje ew ê tenê rêbertîya kabîneyek ku ji wezîrên pispor pêk were bike, li gor bawerîya wî ev rê bo çareserkirina krîza aborî ye, peyda kirina alîkarîyê ye, û razî kirina çalakvana ne ku ji 17 Cotmehê vir ve di kolanan de ne û sîyasîyan bi gendelî û rêvebirîya xelat tawanbar dikin.

Lê Hîzbullah û hevalbendên wê tevî Serokkomar Michel Aoun dibêjin ku divê di hikûmetê de siyasetmedar jî cîh bigrên.

"Emê di çend rojên bê de bibînin, ka gelo dê di navbera aliyên siyasî de lihevkirinek li ser avakirina hikûmetê çêbibe... wekî din ewê demek dirêj bigre," Munla got.

Hariri dê razî bibe ku di kabîneyê de siyasetmedar hebin lê divê ew ne wek "rûyên naskirî yên hukûmetên berê" bin.

XS
SM
MD
LG