Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Lubnanê: Harîrî Hîn jî Serokwezîrê Me Ye


Li Beyrûtê postereke Harîrî, bi nivîsa ''Em hemî Saad in''
Li Beyrûtê postereke Harîrî, bi nivîsa ''Em hemî Saad in''

Reuters’ê ji zarê jêderên hikûmeta Lubnanê dîyar kir ku Saad Harîrî, ku roja Şemîyê karvekîşîna xwe ragihandibû, bi dara zorê li Erebîstana Saudî tê girtin.

Karbidestekî payabilind ji ajansê re da zanîn Harîrî hîn jî serokwezîrê Lubnanê ye.

‘’Sitandina azadîya Harîrî û girtina wî li Rîyadê êrîşeke dijî desthilata Lubnanê ye. Rûmeta me rûmeta Harîrî ye. Jibo ku Harîrî vegere Beyrûtê em dê bi dewletên bîyan re hevkarîyê bikin’’ wî karbidestî got.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron do Pêncşemê bi awayekî surprîz serdana Rîyadê kir.

Macron da zanîn ku Fransa, di rêkên dîplomatîk re bi Harîrî re peywendî çêkiriye û ew dixwazin ku hemû siyasetvanên Lubnanî li Lubnanê bi awayekî azad bijîn.

XS
SM
MD
LG