Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Lubnanê Aoun Kabîneya Mikatî Pejirand


Serokomarê Lubnanê Michel Aoun îro Înê kabîneya karsazê mîlyarder Necîb Mikatî pejirand.

Mikatî, piştî ku Aoun hikûmeta ku Said Hariri nepejirand, bo avakirina hikûmetê hatibû erkdar kirin

‘’Ezê bo bidesxistina pêdivîyên serekî yên gelê Lubnanê bi hemî sazîyên navneteweyî re peywendîyê çêkim,’’ Mikatî got.

Wî dîyar kir ku kabîneya wî hemî Lubnanîyan temsîl dike û ew hêvî dikin ku Lubnanê jinûve pêşde bibin.

Piştî peqîna li Bendergeha Beyrutê, di 10’ê Tebaxa 2020’an de serokwezîrê wê demê yê Lubnanê Hesen Diyab û wezîran karvekişînên xwe ragihandibûn.

Hêjayî balkişandinê ye ku damezrandina hikûmeta nû ya Lubnanê piştî 13 mehan tê ku ew welat rûbirûyê krîzeke kûr ya sîyasî ye.

XS
SM
MD
LG