Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lubnanê Hikûmeta Nû Tê Ava Kirin


Serokwezîrê Nû yê Destnîşankirî yê Lubnanê Mustafa Adib, Lubnan, Duşem, Tebax 31, 2020
Serokwezîrê Nû yê Destnîşankirî yê Lubnanê Mustafa Adib, Lubnan, Duşem, Tebax 31, 2020

Dîplomateke Lubnanî Mustafa Adib piştî wergirtina piştgirîya partiyên sereke yên sîyasî yên welêt, ji hêla Serok Michel Aoun ve hat erkdarkirin da ku hikûmeta nû ava bike.

Balyoz Mustafa Adib wek serokwezîrê nû yê destnîşankirî yê Lubnanê hat dîyar kirin.

Balyozê Lubnanê li Berlînê, Mustafa Adib, bo peywira avakirina hikûmeta nû piştî ku di parlemanê de ji 128-kursiyan 90 deng wergirtin, hate erkdarkirin.

Civînên di derbarê peywira Adib ya jibo pêkanîna hikûmetê, çend demjimêrên berî serdana duya ya Serokwezîrê Fransayê Emmanuel Macron li Lubnanê pêk hat.

Tê çaverê kirin ku dê Macron bi armanca dîtina çareserîyên bo krîza li wî welatî li karbidestên Lubnanî givaştinan bike.

Di peqîna ku di 4'ê Tebax de li bendera Beyrutê qewimî bû de, herî kêm 190 kes hatin kuştin û zêdetirî 6,000 kes jî birîndar bûn, bû sedema hilweşandina mezin ya bendera bajar ku piranî avahiyên niştecî û karsaziyê li herêma peqînê bûn.

Wezîrên Kabîna Hikûmetê piştî teqînê di nava hefteyeke de karvekişînên xwe ragihandibûn.

Mustafa Adib ji rojnamevanan re dîyar kir ku pêşengîya wî ya yekê pêkanîna reformane jiber ku wergirtina bawerî ya gelê Lubnanî û civaka navnateweyî pir girîng e.

Mustafa Adib, ku roja Şemîyê ji Almanya çû Lubnanê, tke kes bû bo serokwezîriyê derketbû pêş.

Li Lubnanê, ku desthilatdarî li ser bingeha mezheban tê parve kirin, divê serokwezîr Sunnî be.

Adib berîya danûstandinên roja Duşemê tevî Harîrî ji hêla çar serokwezîrên berê ve hate piştvanî kirin.

Rêberê Hîzbullahê Hassan Nasrallah roja Yekşemê ragihandbû ku alîgirên wî dê hevkariya avakirina hikûmetek nû bikin ku hikûmet dê rewşa aborî baştir bike û reformên mezin çêke.

Hêjayê bîrxistinê ye ku, rêxistina milîtanî ya piştvanîya Îranê Hîzbullah, ku di siyaseta Lubnanê de xwedîyê hêzeke bi bandor e, lê jiber krîza pirsedemî ya niha li welat heye, bi rengekî tund tê rexne kirin.

Serokwezîr Hasan Diab ku Hîzbullah piştgirî dikir û hikûmeta wî di 10'ê Tebaxê de piştî teqîna li bendera Beyrutê karvekişîna xwe dîyar kiribûn.

Tê pêşbîn kirin ku Hizbullah û hevalbendên wê piştgiriyê bidin Mustafa Adib.

XS
SM
MD
LG