Seroktîya Lubnanê îro Duşemê dîyar ku jibo hilbijartina serokwezîrê nû û bo damezrandina hikûmeteke di 26'ê Tîrmehê de, şêwirmendîyên parlamentoyê ewê dest pê bike.
Serokwezîrê destnîşankirî yê Lubnanê Saad el-Herîrî heftay borî dev ji hewildanên xwe yên avakirina hikûmetek nû berda, ku bi mehan dabûn destpêkirin.
Ev gava Herîrî, îhtîmala demûdest avakirina hikûmetek lihevkirî nahêle, ya ku dê bikare dest bi rizgarkirina welat ji hilweşîna darayî bike.
Biryara Herîrî, pisrgirêkên li ser navnîşkirina wezîrên kabîneyê ku bi mehan e di navbera serok Michel Aoun û wî de didomin, carek din dide ber çavan. Herîrî û Aoun hevûdu tawanbar dikin.
Li Lubnanê, jibo serokwezîr alternatîfek eşkere tuneye, posteke ku divê li gor sîstema dabeşkirî ya desthilatdarîya mezhebî de, serokwezîr Misilmanek Sunî be.
Serok Aoun yê Krîstîyan, hevalbendê tevgera Şîa ya Hîzbullahê ye, ya ku Îran piştgirîya wê dike, ji hêla Amerîka ve weke rexistinek terorîst tê bi nav kirin.
Aoun pêwîst e ku berbijerê bi piştgirîya herî mezin ya ji parlamenteran hilbijêre, ku di nav wan de Hîzbullah û alîgirên wê yên sîyasî piranî ne.
Hikûmetên rojavayî zextê li siyasetvanên Lubnanî dikin da ku hikûmetek ava bikin ku karibe dest bi reformên dewleta hilweşandî bike.
Lubnan di nava krîzeke darayî ya kûr de ye ku ji şerê navxweyî yê 1975-1990'an vir ve, xeterîya herî mezin ya li hemberî aramîya welêt e.
Hevdem, welatên rojavayî avakirina hikûmetek pêbawer daxwazin jibo alîkarîya biyanî ya pir pêwîst bikaribe reforman pêk bîne, û dibejîn berevajî ewê toleyan ragihînin û her wiha alîkarîya biyanî dest pê neke.