Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber E Serokê Lubnanê Aoun Serokwezîrekî Nû Destnîşan Bike


Protestoyên dijî hikûmetê, Beyrut, 17 Cotmeh, 2020
Protestoyên dijî hikûmetê, Beyrut, 17 Cotmeh, 2020

Serokê Lubnanê Michel Aoun îro Çarşemê got ku ewê serokwezîreke destnîşan bike, lê berpirsîya çareserkirina krîza darayî ya welat dê li ser milên serokwezîrê nû be.

Aoun di axaftina televîzyonê de jibo astengkirina reformên ku ji hêla dewletên bîyanî hatibû xwestin, hin karbidestan sûcdar kirin.

Wî hin kesên din bi danîna dîwarên ser rêya wî de tawanbar kir, lê navê kesekî neda.

Aoun peyvajoya pêkanîna planên Banka Navendî ya Lubnanê ya nirxandin- venêrîna edlî û rastkirina pişesazîya enerjîyê heya amedekirina qanûnan û danûstandinên bi IMF're rexne kir.

Rêberên sîyasî yên serneketî, ku bi dehan sal in desthilatdar in, bi ketina nava krîza herî xirab ji dema 1975-1990 şerê navxweyî vir ve, bi astengkirina pêşketina Lubnanê têne tawanbar kirin.

Lubnan jibo rizgarkirina welat ji krîza aborî hewceyî diravê ye. Dewlet û rexistinên bîyanî bi şertê tekoşîna dijî dizî û pere xwarinê û herwiha cîhanîna reformên berfireh, soza alîkarîya diravî didin Lubnanê.

Çavkanîyên sîyasî ji Reuters re ragihand ku tê pêşbînî kirin ku piştî nîqaşên aloz yên bi hefteyan rêberê Sunnî Saîd El Harîrî roja Pêncşemê wek serokwezîr were destnîşan kirin.

Çavdêr bal dikşînin ku Harîrî di qada çareserîya pirsgirêkan de û çareserkirina krîza aborî de rûbirûyê dijwarîyên mezin be.

Çavkaniyên sîyasî yên payebilind dibêjin ku Harîrî hîn jî hewceyê piranîya dengên qanûndanerên parlamanê ye ku piranî di destê Hîzbullahê de ye ku piştvanî ji Îranê digire.

XS
SM
MD
LG