Gelek welatiyên Lubnanî yên dewlemend ku ji bo jiyanek nû hatine Qibrisê ji krîza aborî ya welatê xwe reviyane, dibêjin ku ev guherînek werçerxanî bû.
Ew spasdar û razîne, jiber ku ew neçar nebûn hewcedarî qaçaxçiyên mirovan bibin, yan berê xwe bidin rêkên tije metirsî da ku xwe bigehînin beravên welatên Ewrupa.
Lê dîsan ew hest bi gunehbariyê dikin jiber ku wan malbat û hevalên xwe hiştine û ji egera aboriyek têkçûyî li Lubnanê, bê baweriya siyasetek aloz û bêaramiya civakî reviyane.
Zêdetirî 12,000 Lubnanî di van du salên borî de welatê xwe bicih hiştine û çûne Qibrisê, ku ew ji 50 xulekan kêmtir bi hêla esmanî ji Beyrûtê difirin û xwe di gehînin Qibrisê da ku zarokên xwe li dibistanan tomar bikin, karsazîya xwe birêve dibin û apartmanan li giravê ava dikin.
Selîne Elpaşa ew sala 2020ê tevî malbata xwe ya pêkhatî ji 4 kesan hatiye Qibrisê, herwiha Nadîn Keleş Maalof ew jî evî hevjîn û 2 zarokên xwe ev 4 mehe hatiye Qibrisê.
Maalof dibêje "Bextê me baş bû, ji ber ku em şiyan derkevin, em bi her awayî weke civaka Lubnanî li vêderê alîkariyê dikin…malbat û hevalên me li Lubnanê ne, ev jî nayê wê wateyê ku me pişta xwe daye wan û li paş xwe nanêrin."
Hezaran Lubnanî ji welatê xwe derketine, di nav wan de, mamosta, doktor, peristar ji ber rewşa aborî ya wêrankar, ji Oktobera 2019 heta niha sêyeka Lubnaniyan di cehnema hejariyê de dijîn.
Pispor û xwedî fikir dest bi koçberiyê kirin, piştî ku peqîna mezin ya derbenda Beyrûtê pêkhat, dema ku depoya mezin ya madê Ammonium peqî ku bi şêweke ne baş û nezanistî hatbû embarkirin ku bo sedema mirina herî kêm 216 kesan û wêrankirina gelek xanî û herêmên rûniştvaniyê.
Weke ku koçberiyek giştî li Lubnanê pêktê axiftin tên kirin, ne tenê bes hejar derdikevin, xelkê rewşa wan ya madî başe jî, ji ber nebûna baweriyê di welat de derdikevin.
Lubnanîyên tên Qibrisê, wê derê weke ciyekî baş dibînin, ew endama Yekîtiya Ewrupa ye, hem nêzîke û rêdan heye li wê giravê ku bikarin karsaziyê bikin û kompaniyên xwe ava bikin.
Lawazabûna rewşa bankan li Lubnanê we kir ku, gelek ji wan pereyên xwe bînin bankên Qibrisê razînin û xanî û apartmantan bikirin jibo ku pereyê xwe rizgar bikin.
Girava Qibrisê dîrokek dirêj di pêşwazî kirina Lubnaniyan de heye, yên ku di salên 1980an de bo cara yekê hatine dema ku şerê navxweyî li Lubnanê hebû ku wî şerî nêzî 15 salan dom kir.
Herwiha di sala 2006ê de dema şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de pêkhat û 2 mehan dirêj kêşayî, Qibris dîsan ciyê penaberiya Lubnaniyan bû.
Maalof ya ku tevî hevjîn û zarokên xwe hatî Qibrisê dibêje, gehiştina vêderê ewqa sanahî bû jibo min suprîzek bû, wê hêjî tu karek nedîtiye lê li gel civaka Lubnanî di têkiliyan de ye, wê got "Em ji hatinê ditirsiyan, lê saziyên penaberiyê li Qibrisê ew pênga gelek sanahî kir, zêde sanahî kir."
Peyvdarê bi navê wezareta navxweyî ya Qibrisê Loizos Michael dema bo ajansa AP axift tekez kir û got "Hikûmetê asankarî çêkir," bo wan Lubaniyên ku bi rêkên rewa hatine "Ev jî weke alîkariyek mirovahî" bo Lubananiyan.
Herwiha rêxweşkirin heye jibo karsazên Lubananî yên ku dixwazin karsaziya xwe ji welat veguhêzin Qibrisê.