Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Lubnanê Ser Nexşerêyeke bo Peywendîyên bi Erebistana Saudî re li Hev Dikin


Serokwezîrê Lubnanê Najib Mikati ji Twitterê dîyar kir ku wî û serokomarê welêt Michel Aoun ser nexşerêyeke bo çareserkirina pirsgirikên bi Erebistana Saudî re li hev kiriye.

Najib Mikati di twîta xwe de zêdetir agahî nedan.

Girjîya di navbera Lubnan û Erebistana Saudî de jiber gotinên dîplomatekî Lubnanî yên dijî koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî ya may li Yemenê dike, di asta herî bilind de ye.

Wezîrê Enformasyonê yê Lubnanê George Kordahi berî were ser kar, di hevpeyvîneke dê, ku tê gotin ku di 5’ê Tebaxê de hatiye kirin, dibêje Yemen rastî êrîşvanîyê hatiye û Husiyên bi Îranê re peywendîdar in berevanîya xwe dikin.

Erebistana Saudî û hin Welatên Kendavê ser wan gotinan bi tundî bertek nîşan dan.

Rîyadê balyozê Lubnanê dersînor kir û bo danûstandinan bang li balyozê xwe kir.

XS
SM
MD
LG