Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lukashenko Dibêjê Ewê Koçberên bi Zorê Venegerîne Malê


Aleksandir Lukashenko

Serokê Belarûsê Aleksandir Lukashenko îro Înîyê serdana koçberên ku li ser sînorê Polonya asê mane, kir.

Aleksandir Lukashenko bi koçberan re li embarekî ku hatiye veguherandinê stargehekê de,hevdîtin kir û got ku heke koçber bixwazin vegerin malên xwe welatê wî dê alîkarîya wan bike, wê dê zorê li wan neke.

Hevdem, Lukashenko ji koçberan re ragihand ku ew azad in ku biryar bidin herin rojava yan jî vegerin malên xwe.

Civakeke Îraqî ji Lukashenko re got ku ew nikaribûye vegere welatê xwe û hêvî dike ku rêvîtîya xwe ya bo derbazbûna Ewrupayê, bidomîne.

"Emê tenê hêvî nekin. Emê bi hev re ser xewna te bixebitin." Lukashenko bersîvand.

Lukashenko destnîşan kir ku li ti kesî zorê nekin.

"Heke hûn dixwazin ber bi welatên rojava ve biçin, emê we desteser nekin, we nefetisînin, li we nexin," Lukashenko got .

Wî bi berwamî dîyar kir ku "Emê di ti şert û mercan de desteser nekin, , destên we girê nedin û we bi balafiran neşşînin malê, heke hûn vê yekê nexwazin."

Bi hezaran koçber li ser sînorên rojhilatê Yekîtîya Ewrupayê(YE), asê mane.

YE dibêje ev krîza ji hêla Minskê ve bizanebûn hatiye avakirin, bi belavkirina vîzayên Belarûsî li Rojhilata Navîn, firandina wan û derbazkirina wan ji ser sînor.

Lê, Lukashenko got ku YE ye ku bi ev krîza mirovahî qestî provoke dike û divê were çareser kirin.

Her wiha, wî ji koçberan da ragihand ku ewê bi qedera wan siyasetê neke.

XS
SM
MD
LG