Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Mûşê 3 Bajarvanên HDP’ê ji Kar Hatin Dûr Xistin


Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê sê şaredaren li bajarê Mûşê, ku endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bûn, ji kar dûr xistin û li şûna wan qayum danîn.

Roja Sêşemê hêzên ewlekarîye, li Mûşê bi ser malên hevbajarvanên HDP’ê de girtîbûn û hevbajarvanên bajarokê Gimgimê (Varto) Ulku Karaaslan, Mahmut Yalçin, hevbajarvanên Kopê (Bulanik) Eylem Saruca, Adnan Topçu û hevbajarvanê nahîya ya Lîzê (Erentepe) ya ser bi Kopê, Dilaver Keskîn desteser kiribûn.

Tevî ku hevbajarvanên HDP’ê hatine desteser kirîn, karbidestên dewletê ew hîn dernexistine pêşberî dadgehê.

Walîtîya Mûşê li ser malpera xwe daxuyanîyeke nîvîskî weşand û ragihand ku her sê bajarvanên HDP’ê “Propaganda ya Partîya Karkerê Kurdistanê (PKK’ê) kirine” loma li şûna wan qeymaqamên van bajarokan wek qayum hatine erkdar kirin.

Parlamanterên HDP’ê, rêvebirên partîyê û komeke rûniştvan li ber avahîya şaredarîya Kopê, bi armanca şermezarkirinê biryarê xwest ku çalakîyek li dar bixin, lê hêzên ewlekarî ew yek asteng kirin.

Parlamanterê HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik got ku cîhan tev dizane ku ev operasyoneke sîyasî ye.

“Ti bingehên hiqûqî yên van operasyonan tunene. Bi vî şeklî vîna gelê Kurd binpê dikin. Gelê Kurd, bîragiştî ya Tirkîyê û hemû cîhan jî dizane ku operasyoneke sîyasî ye.”

Işik bi bîr xist ku Serokê Tirkîyê Erdogan berî hilbijartinan gotibû ku “ger HDP careke din bi ser bikeve, ewê jibo şaredarîyan qayum dîyar bikin.”

Wî îdia kir ku ew biryara dûrxistina bajarvanên wan hîn wê çaxê hatibû girtin.

Hêjayî gotinê ye ku di hilbijartinên xwecîhî yên 31’ê Adarê de HDP’ê 65 şaredarî bi dest xistibûn û heta niha ji 31 bajarvanîyan re qayum hatine danan.

AA_12_18_2019_Mûş 3 Bajarvanî_Qayum
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00


XS
SM
MD
LG