Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûrîdên Terîqeta Qadirî bi Rêyên Neyasayî ji Îranê Tên Herêma Kurdistanê


Mûrîdên Terîqeta Qadirî

Îro Pêncşemê nêzî 2,000 derwêş û mûrîdên terîqeta Qadirî – Kesnezanî bi rêyên neyasayî ji Îranê hatine di nava axa Îraqê da, li Herêma Kurdfistanê.

Armanca hatina mûrîdan, beşdarbûn e, di merasîma oxirkirin û binaxkirina Şêx Mihemedê Kesnezanî ku li Amerîka hefteya borî jiyana xwe ji dest dabû û li bere li roja Înê termê wî bihê veşartin.

Lîwa Merîwan Şêx Kemal berpirsê komelgeha sinorî ya deriyê Başmax yê li ser merzê Îranê û Herêma Kurdistanê, gotiye Dengê Amerîka, êvariya roja Pêncşemê nêzî 2 hezar mûrîdên terîqeta Qadirî-Kesnezanî bi şîr û xenceran ji Îranê ber bi sinor ve hatine, zîdebarî ku pasdaran gule berdane wan, tê gotin ku hejmarek hatine kuştin û birîndar kirin, lê dîsan derbazî nav axa Herêmê bûne û ber bi bajarê Silêmaniyê ketine ser rê.

Mûrîdên Terîqeta Qadirî-Kesnezanî
Mûrîdên Terîqeta Qadirî-Kesnezanî

Merîwan Şêx Kemal dibêje, jber ku aliyê Îranê ew agihdar nekirbûn, jiber kêmbûna endamên ewlekariyê li merzê Başmax hêzên ewlehiya Herêma Kurdistnaê nikarîne rê li wan bigrin, hejmarek ji wan hatine Herêma Kurdistanê, yek ji wan birîndare li nexweşxaneke bajarokê Pênciwîn tê derman kirin.

Terîqeta Qadirî- Kesnezanî yek ji terîqetên navdar yên Sofîzmê ne li cîhanê dehan hezar endamên wan hene.

Şêx Mihemdê Kesnezanî ji egera nexweşiyekê li Amerîka Şemiya borî giyanê xwe ji dest dabû û li bere sibe roja Înê termê wî bigihe bajarê Silêmaniyê û paşî bihê veşartin, mûrîdên terîqetê bi her buhayê hebe dixwazin li merasîma veşartina Şêxê xwe amade bibin.

Ji hejî bîr xistinê ye ku, jiber tirsa belavbûna vîrusa korona, rê nayê dan kes ji sinoran derbaz bibe, lê mûrîdên Şêxê Kesnezan bi şêweke nerewa û ne yasayî hatine Herêma Kurdistanê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:18 0:00


XS
SM
MD
LG