Ji sala 1994an ve hunermend û gîtarjenê kurd Şivan Temo berdewamiya xebatên xwe li ser amura Gîtarê dike, ku ji bajarê Qamişlo dest bi vê serborê kiriye bi piştevaniya malbatê ta ku berê xwe da xwendina wê bi şêwazekî zanistî û pisporî li ser destê Dr. Mihemed Ezîzî Zaza li bajarê Qamişlo.
Şivan Temo, di sala 1978an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye.
Derçûyê beşê Endazyariyê ye ji Zanîngeha Helebê di sala 2001ê de.
Ji sala 2018an ve li Almaniya dijî.
Di dema xwendina zanîngehê de, Şivan û hin xwendekarên zanîngehê komek bi navê "Vedeng" damezarndin û yekem car li hola zanîngehê bi kurdî stran gotin, ku di wê demê de strana kurdî li Sûriyê qedexe bû.
Şivan bi gellek stranbê û hunermendên kurd û yên netewên din li gîtarê daye û beşdarî aheng û kilîp û çalakiyên cuda bûye.
Strana wî ya yekem bi navê "Xweşikbûna Çavên Te" bû ku di sala 2015 an de li Qamişlo belav bû.
Pişîtî hatina Almaniya , êdî Şivan berê xwe da afirandina helebestên stranan û çêkirina muzîkê jî.
Li bajarê BochumLi beşdarî koma muzîkê ya radyoya ARTA FM bû.
Di sala 2022an de klipa xwe ya yekem bi navê "Gula Malê" belav kir.
Di heman salê de jî kilîpa xwe ya duyem bi navê "Wek Hûriye" ji belav kir.
Her wisa jî wî stranek bo zarokan bi navê "Çîrok" çêkiriye.
Şêvan bawerdike ku hunermend dikare bi serê xwe helbest yan gotinên stranê û muzîka wê jî bo xwe çêbike, ji ber ku ew pirr taybetmendiya hunermend diyar dike, û di nerîna wî de ew ne tiştekî şaş e.