Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elî Seîd: Muzîka Kurdî ji Muzîka Rojhilata Navîn re Bingeheke Serekî Ye


Ali Saeed
Ali Saeed

Hunermend û mûzîkjenê kurd Elî Seîd ji demek dirêj ve li ser kok û meqamên mûzîka kurdî dixebit e, ku pirtûek ji sê cildan amade kiriye di vî warê de bi navê Hemû Meqam û cildê yekê ji aliyê weşanxana Şilêr hate çabkirin û belav bû û nuha herdû cildên mayî li ser çapê ne.

Hunermend Elî dixwaze ku bi şêwazekî zanistî lêkolînên xwe di derbarî mûzîk û meqamên kurdî de, radestî gelê kurd bike û bi taybetî jî qata mûzîkjenan û kesên ku guhdanê bi mûzîkê dikin.

Li gorî nerîn û lêkolînên wî , ew hemû meqam û cûreyên mûzîka rojhilata navîn ji Erebî , Tirkî û Farisî ...hnd vedgerîne Ziryab-Zêrav yê ku li Endelosî jiyabû û kedek wî mezin di avakirina bengeha mûzîkî ya rojhilata navîn û bakûrê Afrîqa û ta Ispanî jî de hebû.

Bi şîrove û lêkolîn Elî van nerîn û lêkolînên xwe pesend dike û dixe ber destan.

Elî Seîd ji bajarê Qamişlo ye, di sala 1975an de ji dayik bûye.

Bawernameya dîploma ya mûzîka Erebî wergirtiye .

Mamostayê Ûd, Tembûr, Biziq û Baxlemê ye.

Aawazê gellek perçemûzîkên rojhilatî afirandiye, mîna: Sema Hîcaz, Sema Beyat, Pêşrew Sozil, Pêşrew Newa, Lorka Çargeh, Lorka Nekrîz û hinî din jî.

Wekî din jî hin stran û awazên wan jî afirandiye bi kurdî û Erebî wek: Were Cîhan, Neçe û Nehêle, Nûjîn....

Ev dû perçemûzîkên ji berhmên hunermend Elî ne:

Lorka Çargeh Elî Seîd
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

Sema Beyat Elî Seîd
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00

Deng û Reng-Elî Seîd-Mon-05-30-2022-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:01 0:00

XS
SM
MD
LG