Serokê Rêvebirîya Filîstînîyan Mahmud Abas îro Înê got ku jibo dawî li şerê Gaza were û rê li ber çêbûna dewleta Filîstînê vebe divê konferanseke aştîyê ya navneteweyî çêbe.
Abas yê 87 salî li ofîsa xwe ya li Ramalahê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re ser şerê Îsraîl û Filîstînîyan peyivî.
Wî dîyar kir ku Îsraîlê xêncî gurkirina şerê li Gaza, li Kenara Rojava jî şer gur kiriye û got ku Îsraîlîyên piştre bi cîh bûne jî tundûtûjîyên li hember Filîstînîyan zêde kirine.
Di axaftina xwe de, Abas careke din dubare kir ku ew jibo çareserîyê li şûna berxwedana çekdarî alîgirê danûstandin û dîyaogê ye.
‘’Ez alîgirê berxwedana aştîyane me. Ez dixwazim danûstandin û konferansên navnetewî çêbin, divê Gaza, Kenara Rojava û Orşelîma Rojhilat bi berevanîya hêzên cîhanê bajarên dewleta Filîstînê bin’’
Abas dîyar kir ku ger lihevkirineke navneteweyî çêbe ewê rêvebirîya Filîstînîyan jinûve geş bibe û reform werin ragihandin.
Wî got ku bi lihevkirinê ewê hilbijartinên serokwezîrîyê û parlamanê jî çêbin ku ew piştî Hamas sala 2006’an li Gaza bi ser ketibû û Rêvebirîya Filîstînîyan ji wir gêr kiribû hatibûn paş xistin.
Li ser pirsa ka ewê tevî rîska serketina Hamasê hilbijartinê li dar xin yan ne, Abas got kî bi ser keve jî ewê hilbijartin hilbijartinên demokratîk bin.
Serokê Rêvebirîya Filîstînyan dîyar kir ku ew ji Lihevkirina Oslo ya 1993’an vir ve li hember Îsraîlê li gor lihevkirinan tevdigerin, lê got ku Îsraîlê dawî li dagirkerîya xwe neanîye.