Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Rêya Navdewletî M4 li Bakurê Sûrîyê Çi Ye?


Êrîşa artêşa Tirk, vekişîna hêzên Amerîkî ber bi herêmên petrolê ve û derbazbûna hêzên Rûsî û artêşa hikûmeta Sûrî, nexşeya meydanî ya li Bakurê Sûrî guhertîye.

Navnîşana van pêşhateyan giştikan rêya navdewletî anku rêya M4 e, ku xwedî girîngîyeke stratejîk e, loma hemû alî dixwazin wê kontrol bikin.

Ev rêya ku di sala 1950'an de hate çêkirin, jibo aborî û bazirganî û herwiha jibo tevgera çûn û hatina gel jî pir girîng e.

Dirêjahîya M4 500 km ye û ew ji bajarê Helebê destpê dike û ta sînorê Sûrîyê yê bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re diçe.

Bi vî rengî rêya M4 mîna damarekê ye ku beravên Sûrî li ser Derya Sipî herwiha bajarê Helebê ku navendeke aborî ye, bi herêmên rojhilata Sûrî ta Îraqê ve girêdide.

M4 herwiha jibo bazirganî û veguhestina hemû materyalan jî girîng e, ku rojane bi sedan qamyon û tankerên petrol, genim û kelûpelên cuda di ser re diherin û tên.

Piştî êrîşa Tirkî li bakur rojhilata Sûrîyê, beşeke rê qut bûye, loma makîneyên sivîl, herwiha karwanên bazirganîyê neçar mane ku di rêyeke din bi kar bînin ku di Reqa re derbaz dibe û gelek dirêjtir e.

Ji bilî beşa rêya ku ji Qamişlo derbaz dibe, dûrbûna M4 ji sînorê Tirkîyê derdora 30 km ye anku ew dikeve ser tixûbê herêma ewle ku Tirkîyê dixwaze wê kontrol bike.

Tevî ku Tirkîyê karîbû hin beşan M4'ê têxe bin kontrola xwe, beşa mezin ji rê di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), yên Rûsî û hikûmeta Sûrî de ye.

Ji derîyê Til Koçer li ser sînorê Îraqê heta bajarokê Til Temrê, bi dirêjahîya 173 km, rê bi temamî di bin kontrola HSD’ê de ye.

Ji Til Temr heta Eyn Îsa rê ji alîyê Tirkîyê û komên çekdar ve hatîye birîn û veguherîye qada pevçûnan di navbera wan ji alîyekî û HSD’ê û hêzên hikûmeta Sûrî ji alîyekî din ve, dirêjahîya vî beşa rê dora 145 km in.

Li bajarokê Eyn Îsa navendeke kordînsyonê ya HSD’ê û polîsên leşkerî yên Rûsî heye. Ji wir ta pira Qereqozaq bi dirêjahîya 69 km, rêya M4 di destê HSD’ê, Hêzên Rûsî û Artêşa hikûmeta Sûrî de ye.

Ji pira Qereqozaq ku li ser çemê Firatê ye û navgîna serekî ye di navbera rojava û rojhilata Firatê de heta bajarê Helebê 112 km rêya M4 heye, ji wê 20 km li bajarê Babê, Tirkîye kontrol dike û beşa din di dest hêzên hikûmeta Sûrî de ye.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Helebê M4 dibe du beş: yek ber Lazîqîyê û beravê diçe û navê wê dibe M5. Beşa din ber bi başûr anku Şama paytex heta sînorê Urdunê ve diçe ku ew jî bi navê (M4) e. Her du her du rê li Îdlibê hatine birîn.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG