Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îdîrê Derbarê Rojnamevan Akkuş de Lêpîrsin Hate Vekirin


Derbarê rojnamevan Murat Akkuş, bi sedema ku ji ser hesaba xwe ya tora civakî peyamek parve kiriye, lêpirsîn hate destpê kirin.

Akkuş ji ser hesaba xwe ya Facebook’ê peyamek parve kir û tê de pesna Amerîka dabû.

“Xwedê kêmahîya Amerîka nede. Amerîka neba, li Rojhilata Navîn Misilmanan yek Kurt sax nedihişt. Em, bênamûsên ku fetvayên, qetila Kurdan wacib e, mal û namûsa wan helal e didan jî ji bîr nakin. Saddam bi hezaran Kurd li gor sureya Enfalê qir kirin. Hîn jî kesên xwedanê vê hişmendîyê hene. Di her firsendê de rika xwe didin nîşandan. Jibo van barbaran tu her hebî Amerîka, tu her bijî Îsraîl.”

Piştî wê peyamê, dozgerîya Îdirê, bi heceta “di navbera gel de dijmintî belav dike” derbarê Akkuş de îdîanameyek amade kir û derheqê wî doz hate vekirin.

Akkuş, di rûniştina parastinê de sûcdaran dozger red kir û got ku wî tenê nêrînên xwe anîye ziman û nabe ew yek sûc were nirxandin.

“Min tenê li Rojhilata Navîn zilm û zordarîyên li ser Kurdan anîye ziman. Di vê de tu eleqeya Tirkîyê tuneye DAIŞ heye. Min qala Tirkiyê nekiriye û tenê li ser rewşa Rojhilata Navîn nirxandin kiriye.”

Heyata dadgehê, piştî parastinê rûniştina dadgeh paş xist.

Hêjayî gotinê ye ku li gor agahîyên Sendîkayê Rojnamevanan ya Tirkîyê (TGS) niha 133 rojnamevan li girtîgehê ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG