Berdevikê Ragihandinê yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mustafa Balî ji VOA re ragihand ku Tirkîyê bi awayekî berdewam agirbest binpê kiriye û bû sedema kuştin û birîndarkirina şervanên wan.
"Em ji destpêkê heta niha bi agirbestê pêbend in, lê dewleta Tirk û komên cîhadî li Girêsipî û Serêkanîyê bi berdewamî êrîş tînin ser me û jimareke çervanên me şehîd û birîndar kirin."
Balî bang li civata navnetewî kir ku hewilên xwe yê dîplomatîk bidomînin ku agirbest mayînde be û hewilên dewleta Tirk ya tunekirina Kurdan were sekinandin.