Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustefa Balî: Serêkanîye bê Navber Bin Êrîşa Firok û Top û Tankan E


Bajarê Serêkanîyê

Mustefa Balî, berdevikê ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di vê peyama taybet de rewişa dawî ya şer û pevçûnên navbera hêzên wan û artêşa Tirkyê dinirxîne.

Balî dibêje ku jiber ku artêşa Tirk û komên di bin fermana wê nekarîne bajarê Serêkanîyê bi dest xistana, loma ew êrîşên xwe bi tundî didomînin.

"Li Serêkanîyê ew pênc roj in ku bê navber bi firokên şer, bi top û tankan tevahîya bajêr didin bin êrîşê. Hêzên me li ber xwe didin."

Balî bal dikşîne ku di milê mirovahî de tirsa komkujî heye jiber ku metirsîya karanîna sîlahên kîmyayî ji alîyê hêzên Tirk heye.

"Em bang li sazîyên navnetewî dikin ku werin vê derê û lêpirsînê li ser terman bikin ku çekên kîmyayî hatiye karanîn yan ne."

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:52 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG