Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustefa Balî: Divê Trump Rê Nede Erdogan ku Tevkujî li Dijî Kurdan Bike


Trump û Erdogan (Arşîv)
Trump û Erdogan (Arşîv)

Serokê Amerîka Donald Trump îro li Qesira Sipî bi serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re dicive û çaverê ye ku mijara Kurdên Sûrîyê di rêza pêşîn ya hevdîtina wan de be.

Ew seredan li ji alîyê Kurdan ve jî ji nêz ve tê şopandin û bendewarî heye ku Trump pêşî li Erdogan bgire.

Berdevikê HSD’ê Mustefa Balî ji Dengî Amerîka re got ku divê Amerîka sibêroja Kurdan, Krîstîyanan û gelên din yên herêmê neke qurbanîya berjewendîyên aborî.

“Divê Serok Trump berpirsîyên xwe yên sîyasî û ehlaqî bi cîh bîne û rê nede Erdogan ku jêbirina etnîkî bike. Divê ew guhertina demografîk ku Tirkîyê ji destpêkirina dagirkirina xwe li Bakurê Sûrîyê bi rêve dibe, rawestîne.”

Balî bal dikşîne ku Tirkîyê ji ragihandina agirbestê heta niha pêbendî bi wê yekê nake û êrîşên xwe li dervayê “devera ewle” jî didomîne.

“Em bang li Kongresê û bîragiştî ya Amerîkî dikin ku rê nedin jenosîdeke nû, di vê demê de ku Kongresê tevkujîya ku hatiye serê Ermanîyan nas kir.”

Balî dixwaze bala Senator Lindsey Graham bikşîne ku Kobanê di din êrîşan de ne û jimareke rûniştvan hatine kuştin û birîndar kirin.

RR_11_13_2019_Mistefa_Bali
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:35 0:00


XS
SM
MD
LG