Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mahmud Berxwedan: Emê Efrîn û Şehba Heta Dawî Biparêzin


Ew çend roj in ku medya Tirk bi raportên berfireh îdia dike ku artêşa Tirkîyê dê êrîşî Efrînê bike.

Çavderên li herêmê radigihînin ku liveke mezin ya artêşa Tirk li ser sînor heye û maşîneyên giran ji herêmên nêzî Efrînê têne cîh kirin.

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de, Fermandarê YPGê li Efîrînê Mahmud Berxwedan rewşa Efrînê dinirxîne û bersîva pirsên me dide.

Berxwedan dibêje ku Tirkîye rastîyan serûbin dike û ew wek gef nîşan dide, lê di şeş salên borî de ew ti car guleyek jî nêvetine Tirkîyê.

“Divê Tirkîye bizane ku Efrîn û Şehba ne wek Cerablus û Babê ne û qîz û lawên wan herêmên wê heta dawîyê cîhûwarên xwe li hember Tirkan biparêzin.”

Berxwedan îdia dike ku Tirkîye dixwaze şerekî nijadî di navbera Kurd û Ereban derxîne, loma jî ew bang li gelê Ezaz û Mera dike ku hişyar bin.

“Dema Ezaz û Mera di bin dorpêçê de bûn, me di wan re derîyê xwe vekir û rê da ku alîkarî bigeheje wan. Divê gelê Ezaz xencîya gelê Efrînê bîr neke û hember planên Tirkan hişyar be.”

Fermandarê YPG'ê li Efrînê, M. Berxwedan Bersîva VOA Dide
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:54 0:00

XS
SM
MD
LG