Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê Qurbanîyê Aşîta Miksê Taşdemîr Piştî 39 Rojan Hat Dîtin


M. Can Taşdemîr

Termê qurbanîyê aşîta Miksa Wanê, agirkuj Mehmet Can Taşdemîr, piştî 39 rojan ji bin berfê hat derxistin.

Di 4 û 5’ê Sibatê de li ser rêka Xirapetê ya di navbera Bajarokê Miksê û bajarê Wanê de du aşît çêbûbûn.

Tîmên hawarçûnê termê 41 kesan ji bin berfê derxistibûn, lê jiber rewşa hewayê nebaş nekarîbûn termê Taşdemîr derxistana.

Piştî rewşa hewayî baş bû û berf helîya, pisporên tîmên hewarçûne roja Yekşemê biryara xebatên rizgarkirinê dan û termê Taşdemîr piştî 39 rojan radestî malbata wî kirin.

Bayram Taşdemîr di merasîma sersaxîya birayê xwe de got ku di nava 39 rojan de wan êşên gelek giran kişandine.

“Nêzî 39 rojan cenaze di bin berfê de ma. Dilê me pir dişewitî, lê jiber ku li heremê hê xetera aşîtê hebû, karbidestan ne dikarîn cenaze derxin. Piştî herem ewle bû di nava çend demjimêran de cenaze hate derxistin. Êşa me pir mezine.”

Taşdemîr berîya 11 mehan di bajarvanîya Şaxê de wek xebatkarê agirkujîyê dest bi kar kiribû û du zaroken wî hebûn.

Bayram Taşdemîr dibêje ku ji malbata wan ligel birayê wî 8 kesan heya niha bi sedemen cûrbecûr jîyana xwe ji dest dane.

“Ev rêwş herî zêde jibo dayika min pir zor e, jiber ku heya niha bi sedemên cûrbecûr hevjîn û 7 zarokên wê jîyana xwe ji dest dane. Em ligel vî birayê xwe dibin çengên dayîka xwe de di nava mercên pir giran de mezin bûn. Lê mixabin wî jî bi vî awayî jîyana xwe ji dest da.”

Hêjayî bibîrxistine ye ku di 4’ê Sibatê de di navbera Miks û bajarê Wanê de li ser rêka Xirapêtê aşîtek çêbûbû û 5 kes hatibûn kuştin.

Dema tîmên hawarçûnê jibo rizgarkirina 2 kesên din xebat dimeşandin, aşîta duyan qewimîbû û bi giştî 42 kesan jîyana xwe ji dest dabûn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG