Di 24 meha çileya pêşîn de li bajarê Qamişlo hunermendê kurd Mihemed Elî Şakir bi nexweşiya Korona jiyana xwe ji dest da.
Hunermend M. E. Şakir û birayê xwe Mehmûd Ezîz Şakir di salê şêstan de ji bajarê Serê Kaniyê dest bi hunera xwe kirin û şêwazekî nû ji stran û awazên kurdî anîn nav hunera kurdî.
Mihemed Elî Şakir di sala 1945'an li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûye û piraniya jiyana xwe li bajarê Serê Kaniyê derbas kir.
Wê li dora 270 stran û awaz afirandiye ku gellek ji wan ji gotin û awazên wî ne û bi piranî bi dengê birayê wî hunermend Mehmûd Ezîz Şakir hatine gotin.
Bandora M.E. Şakir li ser gellek hunermendan hebû û bi piranî li ser birazî û xwarziyên xwe ku wan jî rêka wî girtin û stran gotin.
Yek ji wan hunermendên ku ser destê wî fêrî hunerî bûye , biraziyê wî hunermend Hisên Şakir e, ku nuha li Almaniya dijî.
Me xwest em hinekî roniyê bidin ser jiyana hunermend M.E. Şakir û bandora wî li ser hunera kurdî.
Hunermend Hisîn dibêje, ku apê wî kaniya stran û awazn bû , bê hempa berhem diafirandin.
Her wiha jî wî got ku deryê wî herdem vekirî bû ji hunermendan re û hunera xwe li ber her kesekî vekirî bû.
Lê di dawiyê de wî gazin ji civata kurdî û partiyên siyasî kir ku wan kêmanî di derheqê hunermend M.E.Şakir de kirin di rêûresmên binaxkirina wî, û got ku trisa wî heya ku sermiyan û berhemên wî wenda bibin û kes li wan xwedî dernekeve û ew yek ji gel û partiyên siyasê tê xwestin ku huner û brehemên wî biparêzin.