Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muharrem Înce Berbijarê Fermî yê CHP'ê Ye


Partîya Gel ya Komarî (CHP) bi awayekî fermî ragihand ku di hilbijartina serokomarîyê ya di 24'ê Hezîranê de, berbijarê wê Muhharrem Înce ye.

CHP'ê berbijarîya Înce li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kışlalı bi merasîmekê ragihand.

Serok Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dema berbijarîya Înce eşkere kir got ku "Mamosteyekî kevn, siyasetvanekî nû.. Birêz Muharrem Înce, ka were vir"

Înce li ser dikê got ku ewê bi destûra xwedê û bi daxwaza gel, di 24'ê Hezîranê de bibe serokomar.

Berbijarê CHP'ê da zanîn ku ewê bêalî bimîne û dîyar kir ku rozeta xwe ya 39 sal ya CHP'ê bi emanetî daye Kiliçdaroglu.

Înce parlamenterê CHP'ê yê bajarê Yalova ye û berê jî du caran bo seroktîya CHP’ê. li hember Kiliçdaroglu bûbû berbijar, lê her du caran jî binketîbûbû.

XS
SM
MD
LG