Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustafa Pekoz: Amerîka Destûr Nade Operasyona Tirkîyê Dijî Bakurê Sûrîyê


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di nava çend rojan de operasyona li dijî rojhilata çemê Firatê ya nav axa Sûrîyê operasyonekê bikin, ku YPG'ê ew herêm kontrol dike.

Tevî ku Erdogan gotibû ku armanc ne leşkerên Amerîkî ne jî Amerîka bi lez bertek nîşanî operasyonê da.

Wezareta Berevanî ya Amerîka dîyar kir ku operasyoneke leşkerî ya li bakurê Sûrîyê nayê qebûl kirin û ew operasyon dê şervanên HSD’ê ku ku dijî Dewleta Îslamî şer dikin, dê bixe xeterê.

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz nîqaşên derheqa operasyoneke dijê Bakurê Sûrîyê, bi temamî bi sîyaseta navxweyî ya Tirkîyê ve girêdide.

“Tirkiyê dixwaze destwerdaneke leşkerî li herêma rojhilata çemê Firatê bike, Ev dijî berjewendî û stratejîya Amerîka ya Rojhilata Navîn e. Ez difikirim ku ne Amerîka ne jî HSD destûr nade vê yekê”

Pekoz dibêje maytekirineke leşkerî ya berfireh hem jiber sedemêm stratejîk hem jî yên aborî ne pêkan e.

“Dibe ku Tırkîye bi topan erîş bike, lê ez nafikirim ku Tirkîye wek Efrînê leşkeran bi cîh bikin. Jiber ku ketina Tirkîyê ya li Bakurê Sûrîyê ne li gor berjewendîyên Amerîka ye. Ev operasyon kêrî Rûsya tê.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00

XS
SM
MD
LG