Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heiko Maas: Ewrupa Dê Piştgirîya bo Guaido Bidomîne


Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas ser biryara Venezuela ya dersînorkirina balyozê Alman axifî.

Maas dîyar kir ku Almanya û hevalbendên wê yên Ewrupî dê piştgirîya bo rêberê rikeberîyê Juan Guaido bidomînin.

Wî bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku Venezuela, bi biryara ser dersînorkirina balyozê Alman ‘’li şûna ku girjîyê kêm bike, gur kiriye’’ Di daxuyanîyê de hat gotin ku ‘’Ewrupa dê bi her awayî piştgirîya bo Guaido bidomîne’’

Rejîma Serokê Venezuela Nicolas Maduro ji Balyozê Alman Daniel Martin Kreiner xwestibû ku heta 48 demjimêr ji welêt derkeve. Kreiner, dema Guaido ji Kolombîya vegerîyabû li Firîngeha Caracasê pêşwazîya wî kiribû.

Xêncî Almanya, Fransa, Brîtanya, Îspanya û jimareke welatên din yên Ewrupa dijî Maduro, piştgirîya Guaido dikn.

XS
SM
MD
LG