Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maas: Givaştinên Zêdekirî yên Ser Îranê Dikare Alozîyên Herêmî Kûrtir Bike


Heiko Maas

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas dibêje ku givaştinên Amerîkî yên ser Îranê, bi têna xwe nikare kêrhatî be û rîska wê ya berfirehkirina alozîya herêmî heye.

“Ger helwesta dijî Îranê tundtir be, ti tişt wê baştor yan hêsantir nebin, lê diwartir û xetertir bin,” Maas piştî civîna Brîtanya, Çîn, Fransa, Almanya, Rûsya û Îranê ya ser rêketina navokî ya ligel Îranê, li bajarê New Yorkê got.

Alîyên ku peymana navokî ya bi Îranê re îmza kirine, hevbîr bûn ku bazirganîya bi Tehranê re bidomînin, tevî ku ew bi guman in ku piştî toleyên Amerîkî yên ser Îranê ew yek hêsan be.

XS
SM
MD
LG