Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heiko Maas: Ser Domandina Peymana Navokî Ti Pêşketin Çênebû


Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas piştî serdana Îranê dîyar kir ku ser domandina peymana navokî ti pêşveçûn çênebûye.

Maas, piştî ji Îranê vegerîya ji medya Almanî re derbarê serdana Tehranê axifî.

Wî da zanîn ku Tehranê piştî toleyên Amerîka xwestiye ku ji peymana navokî bi temamî vekişe û bi vî awayî girjî gur bûye.

Wezîrê Almanya bi bîr xist ku di meha Nîsanê de bi hevtayê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo re jî ser peymanê axifîye.

‘’Ger ez a rast bêjim, her du alî jî bi awayekî maqul tevnagerin’’ Maas got.

Maas bi berdewamî dîyar kir ku rewşa heyî bo aştîya Rojhilata Navîn û cîhanê gef e û da zanîn ku divê ew rê li ber vê bigirin

XS
SM
MD
LG