Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Înê ragihand ku pirs û kêşeyên dijwar yên girîng hene ku divê werin bersîvdayîn, berîya ku Yekîtîya Ewrupa (YE) bi Ukrayna re dest bi danûstandinên endamtîyê bike.
"Em nikarin wê mijarê paşguh bikin - dema ku payizê emê li Bruksel ser siberoja Ukrayna gotûbêjan bikin- ger emê endamtîya welatekî di şer de, bi awayekî cîdi binirxînin yan na," Orban ji radyoya dewletê re got.
Orban herwiha dîyar kir ku ew mezînahîya axa Ukrayna nizanin û herwiha ew jimara Ukraynîyên ku jiber şer bêzanebûna pîvanên wê direvin welatên YE jî
Serokwezîrê Macaristanê dîyar kir di derbarê endamtîya YE de, rewşa niha ya Ukrayna wê bêserûber be.
"Loma, ez bawer dikim ku divê em bersîvên pirsên pir dirêj û dijwar bidin, heya ku em ser destpêka danûstandinên endamtîyê biryarê bidin," wî got.
Wezareta derve ya Ukrayna ragihand ku ew daxuyanîyên Orban erênî dibînin, jiber ku serokwezîrê Macarîsê ser endamtîya Ukrayna ya YE xembar e ".
"Em dixwazin agahdarî bidin ku Ukrayna axa xwe ya di nav sînorên xwe yên navneteweyî naskirî de, neguhertîye," wezaretê got.
Orbanî ji gelek hevalên xwe yên YE pirtir, bi Moskowê re xwedî têkilîyên germtir e.
Budapeşt bi dubareyî bi Kîevê dikeve alozîyan, tevî ser mafê zikmakî yê Macarîyan, piştî ku Ukrayna di 2017’an karanîna zimanên kêmanîyan li dibistanan sînordar kir.
Orban roja Duşemê ji parlamenê re got ku Budapeşt wê li ser her pirsgirêkê navneteweyî piştgirîya Kîevê neke, ku mafên Macarîyan li Ukrayna neyên rast kirin.
Macaristan endama NATO ye û dijî dagirkirina Rûsya ya li Ukrayna derdike.
Hevdem, Macaristanê red kir ku çekan ji Ukrayna re bişîne lê, pêşwazîya penaberên Ukraynî ku ji şer direvin, dike.
Welatên YE wê di Mijdarê de li parlementoyên xwe bo destpêka danûstandinên bi Ukrayna ser endamtîya Blokê gotûbêjan bikin û yan wê biryara destûrê bidin yan jî red bikin.
Jibo destpêkirina danûstandinên bi Ukraynare, pejirandina tevahîya 27 endamên YE hewce dike ku gelek dîplomat dibêjin Macaristan dibe ku bibe asteng.
Jêder: Reuters