Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qumandarê Nû yê CENTCOM'ê General Mackenzie Serdana Fermandarê HSD'ê General Abdî Kir


General Kenneth Mackenzie û General Mazlûm Abdî
General Kenneth Mackenzie û General Mazlûm Abdî

Piştî têkbirana DAIŞ’ê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hevpeyman navnetewî ve, şandeyên Amerîkî bo Bakurê Sûrîyê zêde bûn.

Her du alî dixwaze planên hevbeş yên jibo sibêroja hevkarîya heyî xurtir bikin û sibêroja rêvebirin û parastina herêmên rizgarkirî gotûbêj bikin.

Di vê çarçovê de îro 22’yê Tîrmehê şandeyek Amerîkî bi rêvebirîya General Kenneth F. McKenzie Jr, fermandarê giştî yê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) û hin sîyasetvanên Amerîkî û ligel fermandarê giştî yê HSD’ê General Mazlûm Abdî civînek li dar xist.

Balyozê Amerîka yê ji karûbarên Sûrîyê berpirs, William Roebuck
Balyozê Amerîka yê ji karûbarên Sûrîyê berpirs, William Roebuck

Di civînê de, ku li bajarê Kobanê hat darxistin, hejmareke xalên wek rewşa ewlekarîya ser sînorê navbera Bakurê Sûrîyê û Tirkîyê û taybetî piştî tehdîdên Tirkîyê ku wê êrîşî Rojhilata Feratê bike, hatin nîqaş kirin.

Dîsa, planên hevbeş û pêwîstîyên şerê li dijî DAIŞ’ê û taybetî di milê îdelojîk de û alozîya kampên li Bakurê Sûrîyê, ku bi hezaran jin û zarokên DAIŞ’î tê da ne, û rewşa çekdarên DAIŞ’ê yên girtî hat gotûbêj kirin.

Berdevikê HSD’ê Mustefa Balî got ku di civînê de dîyar bû ku nêrînên her du alîyan pir nêzî hev in û careke din hat gotin ku alozî û pirsgirêkên heyî tenê bi rêya dîyalogê çareser dibin.

MB_07_22_2019_Mackanzeir_Abdi
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00

XS
SM
MD
LG