Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji Sedema Rexnekirina Êrîşên Ser Efrînê ji Macron Acize


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Fransa Emmanuel Macron.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Fransa Emmanuel Macron.

Erdogan bi rêya telefonê ligel serokê Fransa Emmanuel Macron axivî û nerazîbûna xwe anî ziman ya derbarê rexnên wî yên êrîşên ser Efrînê.

Roja Înê ajansa Reuters li gur çavkaniyekî serokatiya artêşa Tirk ragihand ku, Recep Teyyib Erdogan li gel hevtayê xwe yê Fransî Emmanuel Macron bi rêya telefon axivîye û nerihetiya xwe aniye ziman jiber rexne kirina êrîşên Tirkiyê bo ser Efrînê.

Fransa di nava hevpeymanên Tirkiyê yên Rojavayî de, welatê herî zêde li dij êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê rawestiya, êrîşên ku berî Du mehan bo ser Yekineyên Parastina Gel YPG’ê hat bûn destpêkirin.

Roja Yekşema derbasbûyî 18 Adarê artêşa Tirk û grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî yên hevpeymanên Tirkiyê giha bûn navenda bajarê Efrîn, deh hezaran kes ji rûniştvanên bajêr û gundên dewrûber koçber bûne.

XS
SM
MD
LG