Wezareta Derve ya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku Wezîrê Derve Antony Blinken wê hefteya pêş li Parîsê bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re ser piştgirîya jibo Ukrayna biaxive.
Fransa li hember êrîşên Rûsya yek ji alîgirên li pêş yê Ukrayna ye.
Serok Joe Biden dixwaze ku jibo Kîevê paketeke nû ya mîlyar dolarî were pejirandin, lê ew daxwaz li Civata Nûneran, ku di bin kontrola Partîya Komarî ya hevrik de ye, hatiye sekinandin.
Berdevikê Wezareta Derve Matthwe Miller ji rojnamevanan re got ku Blinken wê bi Macron ser piştgirîya jibo Ukrayna, sekinandina gurbûna girjîya li Gaza û hin mijarên din yên girîng bipeyîve.
Fransa jibo Îsraîl û Hamasê banga agirbesteke mayînde dike û Amerîka, ku hevbenda nêz ya Îsraîlê ye, rê da ku biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî were pejirandin.
Blinken, ku bi zimanekî siwar Fransî dipeyîve û demekê li Parîsê jî maye wê piştî du salan cara pêşî here Fransa. Macron Berfanbara 2022’yan serdana Washingtonê kiribû.
Wezîrê Derve yê Amerîka piştî serdana Parîsê wê jibo civîna bi hevtayên xwe yên li NATO re here Brukselê.
Blinken wê li Brukselê bi rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan re, ku dixwaze welatê xwe ji tifaqa dîrokî ya bi Rûsya re derxe, bicive.
Blinken Wê bi Macron re Ser Rewşa li Ukrayna û Gazayê Bipeyîve
