Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Xwepêşandanên 'Neqanûnî' dê di Rojên Pêş de Bihên Qedexekirin

Serokê Frensayê Emmanuel Macron ji bo Medyayê diaxive, Cotmeh 21, 2026.
Serokê Frensayê Emmanuel Macron ji bo Medyayê diaxive, Cotmeh 21, 2026.

Serokê Fransa, Emmanuel Macron, roja Pêncşemê ragihand ku xwepêşandanên 'neqanûnî', dê di rojên pêş de bên qedexekirin.

Wî got ku ji bo meşên ku ji alîyê komên rêxistinkirî ve, wekî sendîkayan, dê rêkûpêkî bihên destnîşankirin, da ku zirar li karsazî û dikanan neyê kirin.

Ev daxuyanî piştî civîna Macron a bi berpirsên îstixbaratê û wezîrên payebilind re hat dayîn. Di civînê de rewşa aloziyên li Frensa û tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlehî û aramîya giştî hatin gotûbêjkirin.

Macron herwiha got ku komên çepgir ên tundrê yên ku wî wekî ‘serhildêr’ binav kirin, ligel kesên ku mal û milkên gel wêran dikin, di bûyerên şer û talankirina roja Şemiyê ya borî de li çend deverên Frensa de rol hebû, dê rêgirî li wan were kirin.

Daxuyanîya Macron di demekê de ye, ku Frensa di van hefteyên dawî de bi nerazîbûna civakî re rû bi rû ye û tundûtûjî di xwepêşandan de derketîye holê.

Xwepêşandanên 17'ê Cotmehê li hin bajarên mezin, di nav de Parîs, Marsîlya û Lyonê, bi pevçûn, wêrankirin û talankirinê dawî bûn.

Hikûmeta Frensa ji bo xwepêşandanên nû yên ku tê çaverêkirin ku roja Şemîyê bên lidarxistin, tedbîrên xurt yên ewlehîyê girtine. Serokwezîr Sébastien Lecornu jî di hevdîtinên xwe de bi nûnerên sendîkayan re hewl da ku di xwepêşandanan de mafê xwepêşanderan parastî bin û pêşî li tundûtûjiyê were girtin.

Li alîyek din, tevgera 'Êlek Zer' an û komên xwendekaran planên xwe ji bo xwepêşandanên nû ragihandine. Sendîkayên karkeran jî ji ber zêdebûna lêçûnên jiyanê bang ji bo beşdarîya di greva giştî ya xwepêşandanan de kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG